منتديات خزنة

أهلا وسهلا بك زائرنا الكريم في منتديات خزنة,أنت لم تقم بتسجيل الدخول بعد!يشرفنا أن تقوم بالدخول أو التسجيل إذا رغبت بالمشاركة
عبد الستار حسين

انضم إلى المنتدى ، فالأمر سريع وسهل

منتديات خزنة

أهلا وسهلا بك زائرنا الكريم في منتديات خزنة,أنت لم تقم بتسجيل الدخول بعد!يشرفنا أن تقوم بالدخول أو التسجيل إذا رغبت بالمشاركة
عبد الستار حسين

منتديات خزنة

هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.
منتديات خزنة

هي قرية تقع على اوتستراد حلب و العراق وبين( قامشلي وتل معروف)

المواضيع الأخيرة

» خاتمة الرسالة لمحمد البوعزيزي التونسي... بقلم عبد الستار حسين
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالخميس مايو 03, 2018 1:21 pm من طرف عبد الستار حسين

» "آلان الكردي"أسمعت لو ناديت حياً لكن لا حياة لمن تناد.عبدالستار حسين
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالإثنين نوفمبر 23, 2015 2:03 am من طرف عبد الستار حسين

» مونامور وتركيا تعزف على أنغام أردوغان
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالأربعاء مايو 27, 2015 2:02 am من طرف عبد الستار حسين

» إخماد النار في المنطقة... بقلم: عبد الستار حسين
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالثلاثاء مايو 05, 2015 4:07 am من طرف عبد الستار حسين

» ولا في الأحلام !.. بقلم: عبد الستار حسين
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالأربعاء يناير 28, 2015 5:24 am من طرف عبد الستار حسين

» مهنة الكاتب هذه الايام
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالأربعاء مايو 28, 2014 2:47 am من طرف عبد الستار حسين

» هاي llmk lkm jvpf; fdh
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالأحد مايو 25, 2014 1:52 am من طرف عبد الستار حسين

» شعر مسعود خلف عن حنان الام
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالإثنين فبراير 10, 2014 8:54 am من طرف mayalolo

» لو كنت أصغر...
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالإثنين فبراير 10, 2014 8:53 am من طرف mayalolo

» ازقة قريتي خزنة
"Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Emptyالإثنين فبراير 10, 2014 8:53 am من طرف mayalolo

التبادل الاعلاني

أبريل 2024

الأحدالإثنينالثلاثاءالأربعاءالخميسالجمعةالسبت
 123456
78910111213
14151617181920
21222324252627
282930    

اليومية اليومية


    "Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate

    Anonymous
    ??? ????
    زائر


    "Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Empty "Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate

    مُساهمة  ??? ???? السبت سبتمبر 11, 2010 2:44 pm

    "Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate"



    Hevpeyivîn li gel Mesûd Xelef

    Hevpeyivîn: Besam Mistefa

    -Bi kurtî…Mesûd Xelef kîye?

    Li gundê Xezne ji dayik bûm, wekî xwe min xwe dît, di nava toza gund de, di gel hevalên ku niha hemî mezin bûne, mezim bûm, wekî her mirovekî kurd bi êşên xwe re mezin bûm, bi her roj, ji keçikanî xisitna sinbilên genim li dora wî gundî ez mezin bûm, her ku mezin di bûm, her ji kesatiya xwe xerîb di bûm. Gund gundekî mezin bû, te çi rengê mirovan bixwesta peyda dibûn, hemî bê yî xwe mezin di bûn, nizanî bûn ji bû çi dijîn, caran ku bi tenê xwe dimam, min berê xwe dida nav kozika kevokan, li gel wan diaxfîm, carina jî, min stiranên Mihemed Şêxo ji wan re digotin. Em hêdî hêdî mezin dibûn û hêdî hêdî dihatin kuştin bê ku em bizanin, ta ku ji nişikave min xwe dît ku êdî difetisim. Wekî her zarokekî kurd min xewin bi kurdî didîtin û sibihan ew xewin dibûne toza deşta wî gundî, dema ku diçûme dibistanê, hezkirina me jî bi kurdî bû, lê em her dihatin daxdan bi sîxên biyaniyên ku em her bi tirsa wan mezin dibûn û bi tirsa wan em her şev dixew ve diçûn, di gundê me de şerekî veşartî hebû ku ez tê ne digihştim, şerekî ku belkî heta niha jî ez tê negihştibim, caran min digot ev tirsonekin, ji lewma jî xwe nêzîkî tiştekî nakin û ji biyaniyên ku axa gund dagîr kirine ditrsin, lê ku bûyerekî biçûk jî di gund de rû dida bi reşikên çola yên ku axa wan bi zorê ji wan standine, hemî dibûne yek deng û xwedî li hev derdiketin. Di nava wan şerê biçûk de yên ku her wextî diqewimîn ez mezin dibûm, ji xwe cûyina dibistanê meselekî diye û ya herî ku zarokê kurda bigiştî dike du kesayet, ew dibsitanin, ji ber ku her di roja yekem de zimanê te li te qedexe dikin. Wekî her zarokekî ez çûme dibistanê, lê bi rastiya ku heyî wekî her zarokekî şaş mam û ya herî ku ez matmayî hiştim, dema ku di oda dibistanê de ez rûniştî bûm di gel hevalên xwe yên dî û birayê min yê mezin hate jor û hinek gotin.. gotin ku kesî ji me ew gotin fêmnekirin, birayê min yê ku li malê dastanên mîna Derwîş û Edolê, Hemdîn û Şemdîn bi kurdî ji mere digotin, min di wê odê de nema karî jêre bibêjim, bira bi zimanê me biaxfie. Ji van rêze gotinan ez dikarim bibêjim ku ez peyda bûm, wesan jî bi xewinên xwe re mezin bûm. Ev ez bûm, dûrî kesyatiya ku ez jê behis bikim û bibêjim ez kurê bavekî zindankirî me û bêyî ku bibêjim ez ji dayik bûyê sedsala tirsê me.



    -Hin wêjeya kurdî-di nav de hozan- bi yeka"gundîtî"iyê–ne ya bajarvaniyê–didin nasîn, tu vê yekê rast dibîne?

    Di serî de, sipas dikim ji bo vê pirsê, lê min tishtekî wesan, ne di helbesten xwe de û ne ji li cihekî dî gotiye, lê, mirov dikare weha bibêje ku helbest dikare ji wê civaka gundan xwe bi hêz bike, ew jî, di hinek aliyan de ku aliyê zimane û ferhenga peyvane, lewma mirov dikae wesan bibeje ku helbest di gunda de, xemlekî baştir ji bo xwe dibîne û hêzekî awarte ji bo wê peyda dibe, lê ez bawer nakim ku helbestvanek hebe, vê yekê bibeje ku helbesta gundan baştire an ya bajaran, di encam de hemû di vegerine yek kaniyê, ew jî, kaniya wêjeyê ye û kes nikare vê bike mulkê kesekî dî, helbest, ciwaniye, pirse, helweste, mereqe û lêgeriyane. Çi li gunda, çi li bajar, çi li kolanê, çi li deştê, hemu weke hevin, hemû girêdayî dahênana helbestvanî ye.



    -Tu helbestên pexşane dinivîse, li gor te ne pêwîst e helbestvan di qonaxa helbesta bikêş-qafiye-de derbasî ya nûjen yan jî pexşane bibe?

    Helbestên ku ez dinvîsim, hemû helbestin, pexşane helbest di vî heyamî de nemaye, êdî wêje di çarçofê teng de najî, her wesan helbest, tu nikarî di vî serdemî de, pexşan ne helbeste an ku helbest ne pexşane, êdî, ev gotin dihêne rakirin, êdî heye du hevok dibine helbest. Wate û naverok û ziman û çarçûfên wesan yên kevinare neman ku kesê helbestvan xwe girêdayî wan şer û mercan bibîne, heman tişt ji bo helbesta bikêşe û wezin, wê jî, di vî serdemî de, gelek cil û bergên dî, li ber xwe kirine, gelek şêwazên dî niha dihêne bikarînana, nîv serbest û nîv bikêş, lê, ez bi xwe weku bawerî, min bawerî bi çi sînor û çi teknîk û aheng û mûzîka nîne, çawa dihzirim, wesan dinvîsim.



    -Welatê helbestvan helbesta wî ye, ji derveyî wê ew ti welat û sînoran nas nake, raste?

    Sînor ji bo kesekî normal di civakê de ewe ku tu jiyana wî tevlîhev nekî û ew bi bextewerî bijî, kesê helbestvan jî, çi sînorekî cogirafî nasnake, li wateyên nû yên sînoran digere, ji xwe sînor wê helbestê parçe dikin, heger hatine dîtin, welat jî, ew cihe ku mirov xewinan têde dibîne, ew cihe ku tu di zarokiyê de lê mezin bûy, dibe ku tu kurdek be, lê, jidayik bûyê Ewrupa bî, wê jiyan ji bo te li welatê te-Kurdistan- gelekî bi zehmet be, lê, tu yê her hest bikî ku welatekî te heye. Wate welat, ew cihe ku tu, yan ez, têde azad bin, heger tu li welatê xwe jî, ne azad be, ew ne welate, heger jiyana te têde di metirsiyê de be, tu wî welat nabîne, lewma helbestvan jî, wekî, her mirovekî normal, hez dike li şûnekî be ku têde azad be. Ji derveyî wê, helbest dimire, ger nemire jî, helbestekî seqet derdikeve.



    -"Ez ne mirovê heskirinê me…Ne jî çîrokekî xerîbiyê me" tu weha di helbesteka xwe de dibêje, naxwe kaniya êşa te ya berdewam, ji ku tê?

    Hezkirin û xerîbî, du peyvên herî dijwarin ku ez danûstandina rojane li gel wan dikim, weku min di bersiva pirsa dî de jî got, tenê, ew cihê ku mirov lê jayik dibe, mezin dibe, ezmûna helbestvan, romannivîs, çîroknivîs çê dike, piştire, dihê guhertin û perwazê wê berferehtir dibe, lê, ew qanaxên destpêkê yên jiyanê, kartêkirinekî mezin li mirovî dikin, bi taybet heger tu li ser axekî miezn bûbe, lê tu her xerîb bûy. Niha jî, dema ku li welatim, xwe xerîb dibînim, xwe ji xwe xerîb dibînim, xerîbî, ne tenê ewe ku tu ne di nav mirovên xwe de be, belku her keftûlefteke te ya rojane, her danûstandina te ya rojane serpêhatiyên nû ên xerîbiyê peyda dikin. Lewma ne merce ku te eşeke mezin hebe, ta ku tu helbestê binvîsî, eger wesan ba, wê tenê milletên bindest helbestan binivîsin. Wê tenê kesên ku dihêne aşkencedan û karên giran dikin binvîsin, ji ber ku tenê ew derdê êşê dikişînin, lê helbest nivîsandin, hawarekî diye, felsefeye, hizire, pirse, vexwandina ser tabloyên berûvajî yên jiyanê ye. Her kes têde beşdare û kes têde ne beşdare.



    -Helbest ti bandorê li hawîrdorê dike, yan jî ew tenê derbirîna hest û nestên helbestvanî ne?

    Xweza bandora li hemû tiştî dike, kevir, dar, giyanewer û mirov, hemû tiştî diguhere, hemû tiştî dide hizrandin di guherînên xwe yên bi lez û yên demdirêj, tiştek wekî xwe namîne, ne ez ê bjîim ku helbesta min gazina ji min bike û ne jî wê serokê mezintirîn welat bimîne ku xelkek, her navê wî bilind bikin, ne ew katêkirina berdewam li wan dike, ne ew biberdewamî guhdariya wî dikin, wesan jî, helbest, di mala xwe de ji dayik dibe, mezin dibe, dîsan mezin dibe. Kesek tê û wê li xwe mehir dike, roja din, wê diberde, yekî dî dihê û her wesan, berdewame bi berdewamiya mirovan re. berdewame, weku xwezayê, xwe jî, diguhere û derdoran jî, diguhere.

    -Ziman yek ji stûnên nivîsandinê bi giştî û helbestê bi taybetî ye, derbarê zimanê kurdî, tu peydakirina zimanekî yekgirtî rewa dibîne

    Bi rastî, gelek caran dibêjim ku ez ne zimanzanim û ne jî, dixwazim têkiliya rêziman bikim, zimanê giştî wekî hebûn ku em hemû di hevûdu bighin başe. Wate her kurdek her du zaravên kudî yên bingihîn bizane baştire ku kêmek kes tenê ji bo hev binvîsin. Ji xwe yê ku em gihandine vê qonaxê zimanê me yê kurdî bû, ew jî, heta niha ne yek girtiye û çi pirsgirêk peyda nebûne û bawer nakim jî peyda bibin, ji ber ku hemû zaravên kurdî zindîbûna xwe parastine û çi zarav nikare yê dî bikuje, çi bi rêkên kurt an dirêj. Dagîrkerên welat jî, gelek hewildan vê yekê bikin, lê, vaye li ber çavaye, îro roj, zimanê kurdî bi hemû zaravê xwe ve di geşpêdanê de ye û wê her ber bi pêş ve biçin.

    -Te çi piroje yan jî hêvî û daxwz hene di pêşerojê de

    Dîwanekî helbestan amede dikim, lê nizanim wê kengî amede bibe ji bo çapê. Bihêvî me jî ku rojekî ji rojan gora dayika xwe û Qamişilo bibînim û tiştekî dî, ji vê jiyanê naxwazim. Di dawiyê de jî, gelek sipas ji bo we.







    عبد الستار حسين
    عبد الستار حسين
    الإدارة
    الإدارة


    عدد المساهمات : 260
    نقاط : 796
    تاريخ التسجيل : 23/11/2009
    العمر : 38

    "Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate Empty "Heger tû li welatê xwe jî ne azad bî, ew ne welate"

    مُساهمة  عبد الستار حسين الإثنين سبتمبر 13, 2010 11:35 pm

    أشكرك جزيل الشكر أخي مسعود عندما قرأت النص بلغتيي المكسرة و فجأة و إذا بدمع ينهمر من العين Sad Sad Sad Sad Sad Sad Sad Sad

      الوقت/التاريخ الآن هو الجمعة أبريل 26, 2024 7:51 pm